Sibat 16, 2024 08:11 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî ya hêzên çekdar ên Yemenê ser gemiyeke inglîzî li Kendava Edenê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bi daxûyaniyekê ragihand ku li kendava Adenê gemiyeke Inglîzê ketiye ber êrişan

Serleşker Yehya Serî di daxûyaniyekê de ragihand: Hêzên çekdar ên Yemenê heta rawestandina êrişan û rakirina dorpêça ser gelê Filistînê dê li himber derbasbûna gemiyên Israîlî ku ber bi benderên Filistînê li deryayên Sor û Erebî ve diçinrawestin.Yehya Serî tekez kir: Hêzên çekdar ên Yemenê di çarçoveya mafê rewşa yê  berevaniya ji Yemenê di halê raestana  li hember êrişên Amerîka û Îngilîzê ne û tekezî li ser helwêsteke pratîkî bo piştevanîkirina ji gelê Filistînê dikin. 

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Hêzên çekdar ên Yemenê bang li hemû gelên azad û bi rûmet ên welatên erebî û îslamî dikin ku bona piştgiriya ji birayên me li Zîvala Xezeyê û mehkûmkirina cinayetên siyonîstên ku ji aliyê Amerîka û Inglîzê  ve piştgirî dibin, bi awayekî pratîkî bikevin dewrê.

Serepeyv