Destdirêjiya dubare ya Amerîka û IInlîzê ser Yemenê
Hin çavkaniyên li Yemenê vê sibê ragehandine ku xwefirên amerîkî û inglîzî sê caran êrişî ser bajarê Seideyê li bakura Yemenê kirine.
Kanala Cezîreyê ji zarê rayedarekî yemenî gotiye ku meqereke Ensarullahê li rojhilata bajarê Seideyê li bakura Yemenê ketiye ber êrişên Amerîka û Inglîzê. Eva sêwemîn êrişa Amerîkayê ser Yemenê di dereqa şeva buhurî de bûye.
Şeva derbasbûyî jî medyayên yemenî derbarê êrişên esmanî yên Amerîka û Inglîzê ser hin navçeyên Heceya Yemenê agahî dan.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Yemenê gotine xwefirên destdirêkeran çar êriş ser navçeya El-Cerê li bajarê Ebesê pêk anîne.
Di eynî demê de hêzên çekdar ên Yemenê jî derbarê êrişa ser bendera dagirbûyî ya Îlatê bi mûşeka balistîk agahî dane.
Yehya Serî berdevkê artêaş Yemenê gotiye ku yekîneya mûşekî ya artêşa vî welatî çen aramncên îsraîlê li bendera Îlatê li Filistînê dane ber mûşekên balistîk.
Serî teqez kiriye ku hêzên çekdar ên Yemenê dê tu carî dev ji êrişên leşkerî yên zêdetir dijî REjîam Siyonîst li derya û bejahiyê bernedin hetanî ku destdirêjiyên ser Xezeyê bên seknandin.