Çile 27, 2024 08:08 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên girseyî li Urdunê ji bo zextanîna ser hikûmetên Ereban bi rakirina dorpêça ser Xezeyê

Nimêjkerên Urdinî piştî nimêja îniyê li Emana paytexta vî welatî jibo protestokirina jînosayda Rejîma Siyonîst li Xezeyê xwenîşandan kirin û duruşmên "Dorpêkirina Xezeyê ji aliyê Amerîkayê bi destên Ereban" û "Dorpêçê bişkînin" avêtin.

Urdniyan duh piştî nimêja Îniyê li Emanapaytexta vî welatî, li dijî jînosayda siyonîstan li Xezeyê xwenîşandan kirin û dirûşma dorpêçkirina Amerîkayê ya li ser Xezeyê bi destên ereban û şikandina dorpêçê avêtin.Xwenîşanderan daxwaz ji hikûmetên Erebî kirin ku li dijî biryarên  Amerîkayê ku  eşkere û bi her awayî piştgîriya êrîşên Rejîma Siyonîst dike, teslîm nebin û daxwaza şikandina dorpêça ser Xezeyê û vekirina derbasgeha Refehê û  derbaskirina bê şert û merc a alîkariyên mirovî bo Xezeyê kirin.

Salim El-Felahat, Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst û Rizgarkirina Urdunê got:

Mixabin  divê em  derbarê  vê rastiyê ku hikûmetên Ereb bi destên Ereban, fermanên Amerîkayê li dijî neteweyên xwe bi cih tînin.

Xwepêşander ragihandin ku ev rejîm bera tîra terorîzma Amerîka ye û Amerîkayê ew di dilê cîhana erebî de çandiye, wan tekez kir,

armanc jinavbirina cîhana erebî ye û eger ev prose berdewam bike dê Rejîma Siyonîst û Amerîka  dê hikûmetên Erebî jî  ji holê rakin.

xwepêşanderan daxwaza hewilsana  bilez a navnetewî ji bo rawestandina şer û êrişên Rejîma Siyonîst ser birayên xwe li Xezeyê kirin.

Serepeyv