Kiryara Amerîkayê dijî Yemenê dê berdêleke giran ji bo vî welatî hebe
Endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Ensarullaha Yemenê got: Em bawer dikin ku eger şer berdewam be, umetên ereb û îslamî hêdî hêdî dê tevlî vî şerî bibin.
Muhemed El-Bexîtî tekez kir ku berdewamiya siyaseta Amerîkayê bo rûbirûbûnê dê ji aliyê exlaq û leşkerî ve bedêleke giran bo vî welatî hebe.
Muhemed El-Bexitî got ku ev siyaset di dawiyê de dê bibe sedemabi dawîbûna hejemonya Amerîkayê li herêmê û got: Amerîka û hevalbendên wê li hemberî berxwedana Filistînê li Xezeyê, yanî xelkê ku di nav welatekî biçûk de dijîn, işket xwarine çawa dikarin bi welat û gelên piştgirê bereya berxwedanê rawestin?
Di heman demê de serokê taxima muzakereyên Senayê helwesta Yemenê di warê piştevaniya ji zîvala Xezeyê berheq û berpirsiyar bi nav kir.
Muhemed Ebdul Selam li daxûyaniyekê ragihand ku hovîtiya Rejîma Siyonîst û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê ji bo xizmetkirina vê rejîmê gefek dijî navçe û welatên derdora deryaya sor e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate pêşniyarkirin ku Amerîka û hevpeymanên wê dev ji mantiqa îstkbarê berdin.