Çile 04, 2024 09:15 Asia/Tehran
  • Hişyariya UNIFILê derbarê îhtimala derketîna şîdetê li ser sînorê Lubnanê

Piştî şehîdbûna cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hêzên Aştîparêz ên NY li Lubnanê (UNIFIL) tevî hişyariya derbarê dûhatên bi xopan ên nakokiyê li navçeyê, bang li hemû aliyan kir ku ser hemdê xwe bin.

Salih El Arûrî, cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê , Semîr Fendî û Ezam el-Eqre ji fermandarên Îzeddîn Qessam û Mehmûd Zekî Şahîn, Mihemed El-Reis, Muhemed Beşaşe û Ehmed Hemûd Endamên Hemasê li êrîşa terorîstî ya Rejîma Siyonîst şeva sêşemiyê li taxa başûrî ya Beyrûta paytexta Lubnanê şehîd bûn.Hizbullaha Lubnanê roja çarşemiyê li berteka li hember kuştina şehîd Salih El-Erûrî di daxuyaniyekê de ragihand: Terora El-Erûrî dê bibe sedema guhertineke metirsîdar di şerê navbera bereya berxwedanê û dijminê siyonîst de.Hêzên aştîparêz ên NY li Lubnanê (UNIFIL) di daxuyaniyekê de dilnigireniya xwe ya kûr li hember her cure  îhtîmala aloziyekê ku dikare encamên wêranker li herêmê hebe, nîşan da û bang li hemû aliyan kir ku  bila ser hemdê xwe binArteşa Siyonîst bi mebesta amadekariya bersiva muhtemel a Hizbullahê asta hişyariya hêzên xwe li sînorên xwe bi  Lubnanê  re zêde kir.

 

Serepeyv