Çile 04, 2024 08:15 Asia/Tehran
  • Operasyona nû ya artêşa Yemenê li dijî Rejîma Siyonîst

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê debarê êrişa ser gemiyeke ser bi Rêjîma Siyonîst li deryaya sor agahî da.

Serleşker Yehya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand:

Hêzên deryayî yên Yemenê bona piştevaniya ji mezlûmiyeta gelê Filistînê ku li ber destdirêjî û dorpêçê de ne,   gemiya "CMA CGM TAGE" ya ku ber bi benderên Filistîna dagîrkirî  ve diçû  da  ber êrişan. Wî got: Ev êriş piştî wê yekê hat kirin ku xebatkarên gemiyê red bersiva bangên hêzên deryayî yên Yemenê û peyamên wan ên hişyarkirinê nedan.

Serî her wiha li ser dewama operasiyonên hêzên çekdar ên Yemenê li dijî gemiyên Rejîma Siyonîst heya rawestana destdirêjiya ser Xezeyê teqez kir.

 Wî her wiha  got: demajoya tranzîta deryayî li deryaya sor û deryaya ereb bo hemî gemiyên cîhanê ji xeynî gemiyên têkildarî sraîlê , ewleh e û ew dê bersiva her cure destdirêjiya Amerîkayê bidin.

Wî derbarê  kuştina Salih El-Arûrî cîgirê polîtboroya tevgera Hemasê got: Em wek hêzên çekdar ên Ymenê şehadeta  El-Arûrî li birayên xwe yên têkoşer li tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasî pîroz dikin û ji wan re sersaxiyê dixwezin.

 

Serepeyv