Kanûn 30, 2023 08:42 Asia/Tehran
  • Hişyariya Yehya Serî ji Amerîkayê re derbarê her cure kiryara li dijî Yemenê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê şeva îniyê tevî dayîna hişyariyê bo Amerîkayê derbarê her cure kiryara dijî vî welatî, got: Hêzên leşkerî yên vî welatî ji bo rûbirûbûna her cure destdirêjiyê amade ne.

Yehya Serî got: Hêzên çekdar ên Yemenê hişyariyê didin dijminê Amerîkî derbarê dûhatên  her  cure zêdekirina şîdetê  li dijî welat û gelê me û herwiha hemû welatên ku Amerîka hewla destwerdan an beşdarbûna wan di parastina  gemiyên dijminê  siyonîst de ye.

Serî her wiha got: Hêzên çekdar ên Yemenê li gor erkên xwe yên olî û neteweyî ji bo berevanîkirin û rûbirûbûna her destdirêjiyê çi pêwîst be dê bikin.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê destnîşan kir: Helwesta me li bara meseleya Filistînê û tepeserkirina gelê Filistînê cidî ye û bêyî berçavgirtina pêşveçûn û kêşeyan nayê guhertin.

Mihemed El-Bexîtî, endamê nivîsgeha  siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê şeva îniyê got: Hêzên çekdar ên Yemenê ji bo rûbirûbûna Amerîkayê dilnigiran in.Endamekî nivîsgeha siyasî ya Ensarullahê tekez kir, ku heke gemiyên Amerîkayê êrişî Yemenê bikin, dê rasterastbikevin ber êrişan û Amerîka  ji micidbûna vê biryarê agehdar e.

 

Serepeyv