Kanûn 07, 2023 08:23 Asia/Tehran
  • Rayedarê Yemenî: Deryaya Sor ji bo hatinûçûna gemiyên Rejîma Siyonîst qedexe ye

Wezîrê berevaniyê yê hikûmeta Rizgariya Netewî ya Yemenê got: Deryaya Sor ji Kendava Eqebê heta Bab El-Mendebê ji bo her cure çûnûhatina gemiyên Rejîma Siyonîst qedexe ye.

Mihemed Nasir El-Atifî, Wezîrê Berevaniyê yê hikûmeta Rizgariya Netewî ya Yemenê diyar kir: Ji xeynî Rejîma Siyonîst, em hemû welatên cîhanê piştrast dikin ku deryaya sor ji bo wan ji bo gemîvanî û bazirganiyê navçeyeke ewleh e.Gotinên wezîrê berevaniya Yemenê çend sietan piştî wê hat  hilêxistin ku Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê şeva çarşemiyê derbarê 12-emîn operasiyona artêşa vî welatî li dijî meqerên Rêjîma Siyonîst bi avêtina çend mûşekên balistîk ser bajarê Îlatê li başûrê Filistîna dagirkirî agahî da. 

Yehya Serî got: Yekîneya mûşekî ya Yemenê hejmarek mûşekên balistîk ber bi armancên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li devera Um El-Reşraşê li bajarê Îlatê yê başûrê Filistîna dagirbûyî ve avêtin.Vî rayedarê yemenî got: Emê  operasyonên xwe yên leşkerî li dijî dijminê Israîlê û herwihacihanîna biryara  xwe ya girtina pêşiya hereketa gemiyên Israîlî li deryaya erebî û deryaya sor, ji bo piştevanîkirina ji xelkê mezlûm yê Filistînê heta ku Êrîşa li dijî birayên me li Xezeyê bên rawestandin, berdewam bikin.

 

Serepeyv