Mijdar 12, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Hizbullahê êrîşî ser baregehên Artêşa Rejîma Siyonîst kir

Hizbullaha Libnanê qala êrîşa ser çend baregehên Artêşa Rejîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî kir.

Hizbullaha Libnanê bi daxuyaniyekê ragihand: Têkoşerên me du baregehên leşkerî yên El-Radar û Zebedînê li zeviyên dagirbûyî yên Şeb'aya Libnanê bi çekên guncan kirine armanc. Hizbullahê her wiha di daxuyaniyeke din da ragihand: Baregeha leşkerî ya El-malikiyeyê ji bo piştevaniya ji gelê berxwedêr ê Filistînê li Zîvala Xezeyê û piştrastkirina berxwedana wan a wêrekane bi çekên guncan kete ber êrîşên me.

Hizbullahê di rojên vê dawiyê da û li pey cinayeta hovane ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê û kuştina hejmareke zehf a filistîniyan li vê navçeyê, baregehên leşkerî yên vê rejîmê li bakurê erdên dagirbûyî kirine armanca êrîşên xwe. Mijara ku bûye sebeba tirsîna siyonîtên bajaroknişîn li van navçeyan; bi awayekî ku Berdevkê Artêşa Rejîma Siyonîst derbarê bandora mûşeka dijetank û derbasbûna xwefirrên Hizbullahê bo qada asimanî ya Filistîna dagirbûyî bêyî ku pergalên bergiriya asimanî yên vê rejîmê bikarin wan daxin xwarê, mukir hat û Yûaf Galant Wezîrê Cengê yê Rejîma Siyonîst amaje bi giranbûna rewşê li bereya bakurî ya vê rejîmê kir û Zohar Baltî ji rayedarên berê yên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst jî got: Îsraîl di rûbirûbûna cidî li milê bakurê da ye.

Serepeyv