Tîrmeh 24, 2023 11:07 Asia/Tehran
  • Sen'ayê qala rawestîna muzakireyên digel Erebistanê kir

Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê qala rawestîna muzakireyên digel Erebistanê wek Rêberê hevpeymaniya Erebî kir û ragihand ku Amerîka di van muzakireyan da astengiyê derdixe.

Di halekî da ku Sen'ayê pêştir ji vêya pêşniyazaeûdî ya dirêjkirina agirbesê, îzna ji bo jinûva destpêkirina hinardekirina nifta Yemenê û dayîna meaşa salekê ya karmendên Yemenê ji aliyê Riyazê va wergritiye û tekez kiriye ku Sen'a daxwaza qutbûna hinardekirina nifta Yemenê ji aliyê Erebistanê û radestkirina serwet û samanên Yemenê bo yemenîyan e, Mehd Meşat Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê ya ser bi Ensarullahê got: Muakireyên derbarê dayîna meaşa karmendên Yemenê ji pereyê nift û gaza me rawestiyaye.

Wî her wiha got: Tiştê ku aliyê Seûdî dixwaze ev e ku saman û serweta me ya niftê talan bike û veguhezîne Banka Neteweyî ya Erebistanê û piştra Sedeqe û xêratê bide karmendên me û me ev yek red kiriye.

Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê got: Ev aliyê amerîkî bû ku di dewreya bihurî da tekezî li Erebistanê kir ku ji bo daepandina xwestekên xwe ser yemenîyan hewl bide.

Meşat got: Em şîretan li aliyê amerîkî dikin ku li her maleke yemenî ji xwe ra dijminekî çê neke, ji ber ku bi rêgirtina li dayîna meaşa karmendan, zêdetirî 10 miliyon yemenî dê jê nefret bikin.

Roja 8ê Nîsana bihurî taximeke fermî ya Erebistanê piştî gihştina bo Sen3ayê bi amadebûna taximeke omanî derbarê dosteta mirovhezî û agirbesê li Yemenê û destpêkirina pêvajoya giştalî ya siyatsî ya Yemenê digel rêberên Ensarullahê gotûbêj kir.

Ev zêdetirî 8 salan e ku cenga dasepandî û berdewam navbera hêzên çekdar û komîteyên gelanî yên Yemenê û destdirêjkerên hevpeymaniya amerîkî-erebî didome û gelek dûhatên wêranker li Yemenê pêk anîne.

 

Serepeyv