Tîrmeh 24, 2023 10:06 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dubare dijî Pêşnuyama Guhertinan di Pergala Dadweriyê ya Kabîneya Netanyahû

Xwenîşandana berfieh a bajaroknişînan li dijî pêşnumaya bigengeşe ya pêkanîna guhertinan di pergala dadweriyê da ya raberkirî ji aliyê kabîneya Netanyahû va li ber avahîya Knêsêtê li Qudsa Dagirbûyî dest pê bûye.

Erdên dagirbûyî yên Filsitînê ji roja Pêncşemiyê va careke din bûne qada xwenîşandana seranserî li dijî Kabîneya Benyamîn Netanyahû û pêşnumaya wî ya bigengeşe ji bo pêkanîna guehrtinan di Saziya Dadweriyê; Çavkaniyên medyayî yên siyonîstî ragihandin, zêdetirî 260 hezar îsraîlî li dijî guhertinên dadweriyê yên kabîneya Netanyahî xwenîşandan bi rê xistin. Dîmenên weşandî di medyayên navçeyê û torên civakî da nîşan didin ku hin neraziyên siyonîst ên kombûyî li Meydana Kaplanê ya Til Avîvê ji aliyê polîsê Rejîma Siyonîst va hatine desteserkirin û hinek jî di vê pêvajoyê da birîndar bûne.

Hevdem kompaniyên ticarî û aborî yên Rejîma Siyonîst ragihandin ku wek îtiraza li hemberî pêşnumaya bigengeşe ya Kabîneya Netanyahû ji bo pêkanîna guhertinan di Saziya Dadweriyê da dikevin grevê.

Çavkaniyêln Ibrî ragihandin, Kompanî û navendên mezin ên ticarî li erdên dagirbûyî roja Duşemiyê wek îtiraza li hemberî pêşnumaya Netanyahû dê bikevin grevê.

Ji aliyê din va Kanala 13an a Televîzyona Rejîma Siyonîst ragihand, Lijneya Bazirganên Îsraîlî wek nerazîtiya li hemberî pêşnumaya bigengeşe ya hikûmeta Netanyahû dê bikevin grevê.

Nûnerekî Parlimana Rejîma Siyonîst  jî rexne li rewşa heyî li erdên dagirbûyî girt.

Evrît Ferkaş Hekohen Nûnerê parlimana Rejîma Siyonîst (Knêsêt) roja Yekşemiyê ji ber rewşa aloz a Rejîma Siyonîst li parlimanê giriya.

Li gorî nûçeyeke din, leşkerên rejîma dagirker a siyonîst bo dozer (Boldozer) û erebeyên zirêhî êrîş birin ser kampa Nûr-Şemsê li rojhilatê bajarê Tûlkermê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û ew dorpêç kirin.

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filsitînê (HAMAS) li Qudsê jî daxwaza berevanîya ji Mizgefta eqsayê û sekinîna li hemberî komployên dagirkeran di Meşa Alayê da kir.

Muhemed Hemade roja Yekşemiyê di axaftinekê da got: Dagirkerên siyonîst hewl didin bi rêya lidarxistina Meşa Alayê, li filistîniyan serdest bibin û bi behaneya lidarxistina rêşûrisma nasyar bi Bîranîna "Wêranbûna Mabedê", pênaseya wê ya Îslamî bikin armancc.

 

Serepeyv