Tîrmeh 01, 2023 08:43 Asia/Tehran
  • Hêzên çekdar ên Yemenê: Em amade ne li himber dijmin rawestin

Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê teqez kir ger welatên destdirêkerrê bersiva xwestekên berheq ên gelanî ya derheq rawestandina êrişan û dorpêç û derketina ji Yemenê nedin, em amade ne li himber wan rawestin.

 

Yehya Serî,  Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê  di axiftinekê de diyar kir: Ger destdirêjkerî û dorpêçkirina Yemenê ji aliyê destdirêjkeran ve were domandin, em tam  amade ne  fermana  rêberê xwe cih bînin û operasyona  deryayî an bejahiyê cih bînin. 

  Muhemed Nasir El-Atifî, Wezîrê Berevaniyê ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê jî pêştir gotibû rewşa niha û dewama şêr nayê qebûlkirin ji ber ku ev rewşa tenê bi sûda dijmin e û eva tiştek e ku em qet qebûl nakin, me xwe amade kiriye û me îmkan û hêza lêxistina derbeyan li dijminan  heye. 

  Mehdî El-Meşat, Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê jî heftiya uhurî di axiftinekê de ser dewama rawestana li ber dagirkeran, teqez kir û hikûmeta Emerîkayê berpirsê dewama  şêr da zanîn û hişyarî da: Emê tu carî dev ji aramncên xwe bernedin û derbarê parastina serweriya tam a welêt çi di asta deryayê û çi jî bejahî yan esmanî amade ne. 

 Çavkaniyên yemenî pêştir jî derbarê hewildana  Emerîkayê bona azirandina kirêgirtiyên xwe di hevalbendiya dijî Yemenê, dijî agirbesê û damezrandina aşitiya dayimî agahî dabûn. 

 Di encama  şerxwaziya Erebistan û hevpeymanên wê li Yemenê heta niha zêdetirî 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar  kes birîndar bûne û  bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 

Serepeyv