Hezîran 22, 2023 15:21 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Serokê Îmaratê re

Wezîrê karên Derve yê Îranê bi Serokê Îmaratê re hevdîtin pêk anî û peyama dewetê ya Serokê Komara Îsamî ya Îranê bo sefera Îranê jî wî re ragihand.

Huseyn Emîr Ebdulahiyan ku sefera Îmaratê kiriye di hevdîtina bi Şêx Muhemed Bin Zayid Serokê vî welatî re derbarê mijarên curbicur ên peywendiyên dualî di warên siyasî, aborî, ticarî, çandî û konsûlî gotûêj kir. 

 Her du aliyan kêfxweşiya xwe ji demajoya berfirehkirina peyweniyên dualî, ser hewahengî, plandarêşin û kiryara hevpar bo jordebirina asta hevkariyên dualî bi taybet  di warê ticarî û aborî teqez kirin. 

 Huseyn Emîr Ebdulahiyan, Wezîrê karên Derve yê Îranê du sefera xwe ya navçeyî ya welatên derdora Kendava Farsê bi berpirsên Îmarat Qetre, Uman û Kuweytê re derbarê berfirehkirina hevkariyên dualî rawêjkarî kir. 

 

Serepeyv