Hezîran 15, 2023 15:10 Asia/Tehran
  • Geştên esmanî bo Erebistanê dê bên destpêkirin

Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ragihand ku geştên esmanî bo Erebistana Seûdî ji şemiya dahatî dê bên destpêkirin.

Balefirgeha navneteweyî ya Senayê, ji sala 2016 an va ji aliyê Hevalbendiya Seûdî va hatibû girêdanê û geştên esmanî ji vê balefrgehê hatibûn rawstandin. 

 Li gor nivîsîna rojnameya Ray El-Yewmê, Xalid El-Şayif, Rêveberê Balefrgeha navneteweyî ya Senayê ragihand: Geştên esmanî bo Erebistana Seûdî piştî heft salan rawestandinê, dê şemiyê bên destêkirin. 

 El-Şayif di rûpela xwe ya twîterê de nivîsî: Bi hewildanên zav ên Ebdulwehab El-Dere, Wezîrê Tranzîtê, geştên esmanî  ji Senayê bo Erebistanê ji roja şemiyê va bo veguhesina heciyan dê bên destpêkirin. 

 Ev nûçeya di haleeî de tê weşandin ku Tîmûtî Lînderkîng, şandiyê Emerîkayê di karûbarên Yemenê jî derbarê hevkariya erênî ya Konseya serokatiyê ya Yemneê û Dewlweta Rizgariay naeteweyî ay vî welatî bi hewildanên aşitiyê û kiryarên berdwam bo kêmkirina êş û elema yemeniyan ji wan guhestina heciyan ji riya balefirgeha Senayê agahî dabû. 

 

Serepeyv