Hezîran 05, 2023 10:26 Asia/Tehran
  • Sena: Emerîka dixweze li gravên istratejîk ên Yemenê bi cih bibe

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê, hewildanên Emerîayê bo çêkirina şûnpiyekê li gravên istratejîk ên Yemenê û bicihbûna li van gravan eşkere kir.

Elî El-Qehûm,  Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê, û ji rêberên Tevgera Ensarullaha Yemenê di twîtekê de nivîsî: Emerîkî bi taybet piştî diyarbûna planên hevalendiyên nû, şerê Rûsiyê û Ukraynê û liv û tevegrên vê dawiyê yên Çînê, hewil didin li grav û navçeyên stratejîk ên Yemenê bi cih bibin.

  Vî rêberê tevgera Ensarullaha Yemenê got: Emerîkî aliyekî sereke yê hevalbendiya destdirêjker in û rola sereke li qeyrana Yemenê hene. Her wiha Waşengtonê asoyeke zelal û diyarî bo çêkirina bêtifaqiyê û pêkanîan qeliştê di nav pêkhateya neteweyî  hemî netewperestên Yemenê hene.

 Elî El-Qehûm her cure binpêkirina serwweeriya Yemenê û xwe tewandina  li ber zext û zorên emerîkî û inglîziyan şermezar kir û got: Di warê biryardan û serweriya Yemenê emê bi tu kesî re sazişê nekin û ger di vî warî de em sistiyê bikin dê emerîkî û seûdî me qebûl bikin.

 Wî her wiha got: Îro piştî heşt salan destdirêjiyê,  êdî emê qet tişta ku Emerîka û Inglîz dixwezin qebûl nekin û me ev meseleya ji hema destpêkê va red kiribû.

 

Serepeyv