May 29, 2023 08:31 Asia/Tehran
  •  Rexneya Senayê ji berbendên peymana giştalî ya azadkirina hêsîran

Serokê Komîteya Neteweyî ya karûbarên Hêsîrên Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê teqez kir ku Yemen bo peymaneke giştalî bo azadkirina hemî hêsîran amade ye lê dijmin berbendan çêdikin.

 Ebdulqadir  El-Murteza, Serokê Komîteya Neteweyî ya karûbarên Hêsîrên Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ser bi tevgera Ensarullahê diyar kir: Yemen bo peymaneke giştalî bo azadkirina hemî hêsîran amade ye lê dijminên Seûdî- emerîkî berbendan çêdikin.

 El-Murteza bal kişand ser vê yekê ku  hewildanên NY rastî rika kirêgirtiyên dijminan li Marebê tên û got: Em  bo çareserkirina  pisrgirêkan navbeynkarên xwecihî dişînin Marebê.

Serokê Komîteya Neteweyî ya karûbarên Hêsîrên Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê her wiha got: Bi sedan kes ji kesên girtî ji ber hegerên navçeyî, firqeyî û nijadî ji riyên Teiz, Mareb, Eden  riyên din hatin rewandin.

 Wî her wiha got: Dijminan li Marebê demajoya seredana Zindanên hêsîrn a ku NY plana wê darêştibû, bêencam hêştin.

Serepeyv