May 29, 2023 08:25 Asia/Tehran
  • Pevçûna giran di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Berteka Lezgîn li bakurê paytexta vî welatî

Tevî destpêbûna rêketina agibesa nû li Sûdanê, cardinê pevçûnên giran di navbera artêşê û Hêzên berteka lezgîn li bakurê Xartûma paytexta vî welatî qewimî.

Êvara roja yekşemiyê li navçeya El-Helfaya li bakurê Xartûma paytexta vî welatî di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Berteka lezgîn pevûneke giran derket û her du aliyan meqeran hev dan ber gulleyan.

Pevçûnên çekdariyê li Sûdanê ji 15 Nîsanê va di navbera Hêzên artêşê û Hêzên piştgiriya Lezgîn li ser desthilatê destpê bû ku di encamê de heta niha zêde ji hezar û 800 kes hatine kuştin.

Piştî van pevçûnan her wiha zêde ji yek milyon kes li Sûdanê, ji malên xwe derketine û aware bûne û 300 hezar kes jî hewara xwe birine welatên cîran.

Serepeyv