May 22, 2023 18:11 Asia/Tehran
  • Endamê parlimana Libnanê: Îsraîl biçûktir ji vê ye ku bixwaze bi Îranê ra bikeve şêrr

Endamekî parlimana Libnanê tevî pesndana xebatên Berxwedanê li navçeyê û gihîştina bo hevgirtina tam tekez kir, Dijminê siyonîstî biçûktir ji vê ye ku bixwaze bi Komara Îslamî ya Îranê ra bikeve şêrr.

Îbrahîm Mûsewî nûnerê Parlimana Libnanê roja Duşemiyê di merasimekê da bi boneya salroja "Cejna Berxwedan û Rizgarkirinê" got: 11 sal berê hewldanên Berxwedanê perrate bûn, lê roja îro em bûne bereyek ku ji Yemenê heta Xezzeyê dirêj bûye.

Mûsewî got: Bi bereketa xwîna şehîdan, ne tenê me hevsengiya parastin û pêşîlêgirtinê ava kir, belkî roja îro me hevsengiyek ji bo serkeftinê îcad kiriye ku li Filistîn, Libnan, Sûriye, Iraq û Yemenê bi cih bûye.

Vî nûnerê parlimana Libnanê her wiha tekez kir: Dijminê siyonîst gelekî biçûktir ji wê ye ku biwêre bi Îranê ra bikeve şêrr. Dijminê siyonîst li Xezzeyê asê maye û heta bi koma berxwedanê ya Cîhada Îslamî ra nikare; vêca bi Hamas, Hizbullah û welatên din ên Bereya Berxwedanê ra ku qet nikare.

Serepeyv