May 22, 2023 18:08 Asia/Tehran
  • Meşqa leşkerî ya Hizbullaha Libnanê; Nîşandana hêza xwefirran û şerkirinê ya Libnanê

Hêzên Tevgera Hizbullaha Libnanê li kampeke xwe ya başûrê vî welatî meşqa leşkerî li dar xistin.

Hêzên Tevgera Hizbullaha Libnanê roja Yekşemiyê di vê meşqa leşkerî da, rahênana cenga îhtimalî digel dijminê siyonîst nîşan dan û ew şibihandin.

Hêzên Tevgera Hizbullaha Libnanê di meşqa xwe da muhîmatên cengê, hin alavên leşkerî ji wan mûşekên dije-tank, çeka nîşanbaziyê û top bi kar anîn.

Pisportiyên cenga takekesî jî di meşqa Tevgera Hizbullaha Libnanê li başûrê Libnanê hat temrînkirin. Tiştê ku zêdetir ji her tiştî meşqa Tevgera Hizbullaha Libnanê berbiçav kir, bikaranîna xwefirran ji bo xebitandina di her cûre şerekî îhtimalî di pêşerojê da bû.

Xwefirr li başûrê Libnanê hatin firrandin û tevgerên leşkerên îsraîlî di cenga îhtimalî dijî Libnanê hatin şopandin û şibihandin.

Serepeyv