Rîyazê bersiva daxwazên Waşîngtonê da: Em peywendîyên digel Îranê venahêrînin
Medyayeke erebî ragihand ku rêvebirên Erebistanê di bersiva daxwazên desteyên amerîkî da ku seredana Rîyazê kirine û xwestine vejîyandina peywendîyên digel Îranê were venihêrînê, gotine ku em ji biryara xwe venagerin.
Malpera nûçeyan a Asas Medya`yê di nivîsareke ji zarê çavkanîyên agahdar da ragihand, berpirsên seûdî ji hemî desteyên amerîkî ku vê dawîyê seredana Erebistanê kirine ra gotine ku qet ji biryara xwe ya destpêkirina peywendîyên nû nayên xwarê û xwe di danîna peywendîyan digel her hêzeke aborî yan sîyasî li cîhanê di çarçova berjewendîyên xwe û herêmê da azad û xwedîbiryar dibînin.
Di beşeke din a vê nivîsarê da hatîye ku Amerîkayê di hefteyên vê dawîyê da gellek deste û şandî bi awayekî ku meriv heta dikare bêje sedema şermê ye, ber bi Erebistanê va şandine, nivîskarê vê nivîsarê ser vê bawerê ye ku usa lê hatîye ku Waşîngtonê heta kesên wekî senatorê Komarxwaz Lîndsî Graham ku vê dawîyê yek ji rexnekerên tundrê himberî Erebistanê dihat hesêb jî, di Nîsana buhurî da şand Erebistanê ta ku bi curekê ber dil rayedarên Erebistanê ra here û wan ji biryara hanê vegerîne, lê nekarî.