May 15, 2023 13:57 Asia/Tehran
  • Gireva şaredariyan, serêşiya nû bo Nêtanyahû

Şaredariyên Erdên Dagirbûyî bona protestokirina şêwaza parvekirina sermalê ser daraiyê di navbera partiyan de, ketin grevê.

Rejîma Siyonîst vê dawiyê bo çareserkirina pirsgirêka mal û xanîberan rêçareyek pêşniyar kiriye.

  Li gor vê rêçareyê ku qanûna  Arnonayê( sermaya daraiyê) tê bi navkirin, şaredarî ji derhatên sermala xwe  pişkekeke pilekanî dide sindûqa darayiyê ku biryar e were damezandin û diravê ku di vê sindûqa darayiyê de kom dibe ,wek xelat dide bajarên ku  îzneke  zêde bo çêkirina mal û xanîberan hene.

 Bi vî awayî wer tê zanîn ku  handêrek bo çêkirina zêdetir a mal û xanîberan pêk hatiye lê ev qanûna pirtir ser zirara bajarên mezin û dewlemend û ser xêra bajarên biçûk û xizan e. 

 Lewma şaredariyên bajarên zengîn li himber vê qanûnê ku diravê zorê bi nav dikin, sekinîne û bona protesokirina vî karî, xizmetguzariyên bajarî raber nakin û kirs û kewalan kom nakin. 

 

 

منبع خبر

Serepeyv