May 14, 2023 16:14 Asia/Tehran
  • Serhildana gelê Behreynê hema wisa tê serkutkirin

Serokê Navenda Mafên Mirovan a Behreynê got ku serkutkirina serhildana gelê vî welatî hema wisa didome.

Baqir Derwêş Serokê Navenda Mafên Mirovan a Behreynê roja Yekşemiyê derbarê rewşa herî dawî ya serhildana gelê Behreynê got:  Hikûmeta Behreynê hema wisa siyaseta sepandina tecrîdê li ser gel û partiyan û bifermînasnekirina mafê beşdariya gelemperî didomîne û rewşa zîndaniyan xerab dibe û hin gilî derbarê sistiyên pizîşkî, işkence û bedreftariyê li zîndanên Behreynê hatine ragihandin.

Baqir Derwêş bi ragihandina vêya ku bi hezaran kes ji gelê Behreynê ji wan nûçegihan, çalakên dijber û mamosteyên zanîngehê di salên dawî da tûşî desteserkirinên siyasî, mehkûmbûnên demdirêj an jî hikmên neqanûnî û heta jêstandina mafê welatîbûnê bûne, tekez kir: Azadkirina bilez a hemî girtiyên siyasî, qerebûkirina wan û bersivdêrbûna hikûmeta Behreynê derheq binpêkirina mafên zîndaniyan pêwîst e.

 

Serepeyv