May 08, 2023 08:17 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya Yekitiya Ereban derbarê îbtalkirina rawestandina endametiya Sûriyê li vê yekitiyê

Yekitiya Ereban di daxûyaniyekê de rawestandina endametiya Sûriyê di vê yekitiyê de bi femî ragihand.

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ereban duh di halekî de ku kêmtir ji du heftiyan heta lidarxistina civîna rayedarên welatên ereb li Cedeya Erebistanê li 19 Gulanê de maye, civîneke awarte di asta Wezîrên Karên Derve li Qahireyê bo hilkolandina dosiya Sûriyê hat lidarxistin.

 Li gorî rapora rojnameya sûrî ya El-Wetenê, Wezîrên karên derve yên welatên endamê Yekitiya Ereban duh di daxûyaniyeke hevpar de, pêbendiya xwe li parastina  serweriya Sûriyê, yekperçetiya erdê û aramiya vî welatî ragihandin.

 Di vê daxûyaniyê de işareyî giringiya dewam û  berfirehkirina hewildanên welatên ereb bona  alîkariya bo  Sûriyê bona derketina ji qeyranê hatiye kirin teqezî ser pêwîstiya gotûbêja rasterast bi hikûmeta Sûriyê re bona bidestxisina  rêçareyeke tam û tekûz bo qeyrana  vî welatî hatiyekirin.

 Wezareta karên derve ya Iraqê jî ragihand ku  vegeryana Sûriyê nav Yekitiya Ereban, yê xala  babetên hevpar ên ereban xurt bike.

Berdevkê HAMAS`ê jî vê sibê ji vegeryana Sûriyê nav komkara Ereban pêşewazî kir.

Hazim Qasim, Berdevkê HAMAS`ê  jî hêvîdaiya xwe derheq çareesrkirina lezgîn a qeyrana Sûriyê û dûhatên wê da diyarkirin  û daxwaza xurtkirina peywendiyên dualî di navbera hemî beşên  umeta îslamî bo xurtkirina cih û şûna xwe li himber timakariyên kolonyalîstî ya biyaniyan kir ku  ya herî giring projeya berfirehxwaziyê ya rejîma  Siyonîst e.

 

Serepeyv