May 08, 2023 06:38 Asia/Tehran
  • Senayê: Kirêgirtiyên seûdî di halê xurtkirin hêzên xwe li bereyên başûr û rojhilat in

Serokê Rêxistina Îstixbarata eskerî ya Wezareta Berevanuyê ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Kirêgirtiyên hevalbendiya seûdî di halê xurtkirina hêzên xwe li bereyên başûr û rojhilat in.

Serokê Rêxistina Îstixbarata eskerî ya Wezareta Berevanuyê ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê berêvara yekşemiyê di hevdîtina bi rawêjkarê eskerî yê şandiyê taybet ê NY di karûbarên Yemenê de got ku  kirêgirtiyên hevalbendiya seûdî di halê xurtkirina hêzên xwe li bereyên başûrî û rojhilatî ne.

Ebdullah Yehya El-Hakim, Serokê Rêxistina Îstixbarata eskerî ya Wezareta Berevaniyê ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê di hevdîtina Antonî Hayward, Rawêjkarê eskerî yê şandiyê taybet ê NY di karûbarên Yemenê de got: Rayedarên Yemenê  li dû aşitiya adilane û bi şerafet in ku  yekperçetiya axê, serbixwetî, sebilindî û kerameta vî welatî biparêze.

 Serokê Rêxistina Îstixbarata eskerî ya Wezareta Berevaniyê ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê  bal kişand  ser vê yekê ku  hevalbendiya seûdî ser riya demajoya aşitî û cihannîna wê berbendan çêdike û teqez kir: Kiryarên nepenî yên aliyê himber di warên siyasî, dîplomatîk, dorpêç û  meqerên nû bi  diqet tên şopandin.

 

Serepeyv