Di encama êrişa topxaneyî ya Erebisanê ser Yemenê 7 kes hatin kuştin an birîndar bûn
May 06, 2023 15:56 Asia/Tehran
Êrişa artêşa Erebistanê ser Sedeya Yemenê, kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Navenda mafên mirovan a El-Êyn a Yemenê , êrişên îro yên eskerên Erebistana Seûdî ser xelkê sivîl ên bajarê sînorî yê Şedayê şermezar kir.
Navenda mafên Mirovan a Yemenê, bêdengiya civakên navneteweyî, sazî û rêxistinên navneteweyî û di serî de NY li himber cnayetên welatên hevalbendiya destdirêjkir û kirêgirtiyên wan dijî gelê Yemenê şermezar kir .
Hevgav Ebdulqadir El-Murteza Serokê Komîteya neteweyî ya karûbarên hêsîrên dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got ku Emerîka pêşiya pêşketina muzakireyên aliyên Yemene û Seûdî di dosiya veguhartina hêsrîan de digre.