May 05, 2023 07:47 Asia/Tehran
  • HAMAS: Emê tola xwîna şehîdên Nablosê hildin

Tevgera HAMASê bal kişand ser pêwîstiya dewama şerê li himber Rejîma Siyonîst li Rexê Rojavaya Çemê Urdiê û got: Emê tola xwîna şehîdên Nablosê bistînin

 Ebdulletîf El-Qanû, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê( HAMAS) ê destnîşan kir: Terorkirina qaremanên berxwedanê nabe sedem operasyona wan were rawestandin û berxwedana Filistînê yê bi viyan û moreleke cidî bersiva cinayetên terorîstan bide û tola xwîna şehîdan hilde.

 El-Qanû destnîşan kir cinayeta terorkirina hejmarek ji qaremanên berxwedanê li Nablosê dê li karnameya reş a dagirkeran û kabîneya wan a faşîstî zêde bibe û ev rejîma dê berdêla cinayetên xwe bide.

 Berdevkê Tevgera HAMASê ji gelê Filistînê, ciwanên inqilabî, qaremanên berxwedanê û hemî Teşkîlatên eskerî li Rexê Rojavaya Çemê Urdinêî xwest ku bila şerê li himber dijminê siyonîst bidomînin û tola xwîna şehîdan hildin.

Serepeyv