Êrişên saybêrî ser Rejîma Siyonîst didomin
Hekêrên ku di çend rojên buhurî de, xisaretên giran gîhandin binsesaziyên Rejîma Siyonîst, vê sibê jî bona piştgiriya ji gel û berxwedana Filistînê li Gazayê, cereyana Telavîv û bajarên din ên mezin li Erdên dagirbûyî qut kirine.
Koma Hekêr a Ananîmûs Sûdanê ragihand ku bona piştgiriya ji gel û berxwedana Filistînê li Gazayê, cereyana bajarên dagirbûyî yên Nêtanya û Telavîvê qut kirine.
Vê koma hekêr ku pêştir jî çend navendên istarejîk ên Rejîma Siyonîst hek kiribû hişyarî da vê rejîmê ku yê dest bi êrişên berfirehtir dijî Rejîma Siyonîst bike.
Di rojên derbasbûtyî de, televîzyon, şîrketên peywendiyê, bank, şîrketên xizmetguzariyê, zanîngeh, rojname û şêrketa avê ya Rejîma Siynîst jî ketine ber êrişa saybêrî.
Êrişên saybêrî yên komên curbicur ser binesaziyên Rejîma Siyonîst û bi destxistina agahiyên giring û weşandina wan, mezinatiya pûç û vala ya sayberiya vê rejîmê hilweşandiye.