May 02, 2023 08:37 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya dawiyê ya civîna pêncqolî ya Urdinê teqezî li ser çareserkirina qeyrana Sûriyê kir

Wezîrên Karên Derve yên pênc welatên erebî di dawiya civîna xwe ya pêncqolî li bajarê Emmanê yê paytexta Urdinê da teqezî li ser ewlewiyeta bidawîanîna qeyrana Sûriyê û rencê ji ber wê ji bo gelê vî welatî kirin.

Wezîrên karên derve yên Urdin, Erebistan, Sûriye, Iraq û Misrê roja Duşçemiyê di civînekê li Emmanê rewşa Sûriyê vekolandin. Wezîrên derve yên welatên navbirî di dawiya civîna pêncqolî ya Urdinê da bi dayîna daxuyaniyekê li ser pêwîstiya şandina alîkariyên însandostane û pizîşkî bo gelê Sûriyê li hev kirin. Li gorî vê daxuyaniyê, di vê civînê da aliyên beşdar û NY ji bo amaekirina stratehiyeke giştalî bo xurtkirina ewlehîyê û bidawîanîna hebûna rêxistinên terorîstî li axa Sûriyê û bêbandorkirina şiyana wan di gelên navçeyî û navneteweyî da li hev kirin.

Wezîrên derve yên van pênc welatan her wiha teqezî li ser hewldan aji bo piştevaniya ji Sûriyê û berfirehkirina kontrola vî welatî li ser erdên xwe, sepandina hakimiyeta qanûnê, rawestandina destwerdana derveyî û pêkanîna kiryarên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê yên têkildarî ewlehiya sînoran kirin.

Di dawiya vê civînê da jî hat lihevkirn ku komeke teknîkî di asta karzanan da ji bo şopandina encamên vê civînê û tayînkirina pêngavên din di çarçova vê rêyê da ku armanbca wê çareserkirina qeyrana Sûriyê ye, were damezirandin.

Di vî warî da, Îmen El Sefedî Wezîrê Karên Derve yê Urdinê got: Hevdîtina digel wezîrên derve yên Misr, Erebistan, Iraq û Sûriyê destpêka rêya siyasî bi serokatiya ereban ji bo bidestxistina rêkarekê ji bo çareserkirina qeyrana siyasî li Sûriyê ye.

Di daxuyaniya hevpar a dawiyê ya vê civînê da hat ragihandin ku welatên Urdin, Misr û Iraqê hevrê digel endamên Konseya Hevkariya Kendava Farsê teqezî li ser Yekîtiya Sûriyê dikin û xwazyarê vegeriyana vî welatî bo nav welatên erebî ne.

 

Serepeyv