Êrişa sayberî ser malperên navendên Heyfa û Yafayê
May 01, 2023 16:05 Asia/Tehran
Hekêrên nasiyar bi Ananîmûs Sûdanê di êrişa xwe ya vê dawiyê navendên benderên Heyfa û Yafayê li Erdên Dairbûyî hek kirin.
Çavkaniyên ser bi siyonîstan, îro piştî nîvro ragihandin ku navendên benderên Heyfa û Yafayê piştî êrişa sayberî ji kar ketine.
Li gorî rapora medyayên siyonîst, hekêrên nasiyar bi Ananîmûs Sûdanê ku vê dawiyê çend kompaniyên ewlehî û teşkîlatên Rejîma Siyonîst hek kirine, berpirsiyariya êrişa sayberî ser benderên Heyfa û Yfayê dane istûyê xwe.
Ev koma hekêrî pêştir jî karîbû çend şîrketên eskerî û her wiha şîrketên peywendî û şîrketa cereyanê ya Rejîma Siyoinîst hek bike, ku di encamê de cereyana seranserê Filistîna Dagirbûyî qut bibû.