Nîsan 25, 2023 17:36 Asia/Tehran
  •  Sîyonîst ketin ber êrişa saybêrî; Malpera MOSSAD’ê hat hekkirin

Medyayên Rejîma Sîyonîst ragihandin ku êrişeke berfire dijî çend malperên vê rejîmê ji wan malpera Rêxistina Istixbarat û Operasyona Taybet (Mossad) pêk hatîye.

Rojnameya Meariv’ê (Maariv) ragihand ku koma hekêran a bi navê Ananimos Sûdanê êrişî çend malperên Rejîma Sîyonîst di serî da malpera Mossad’ê û malpera Dezgeha Sîgorteya vê rejîmê kir.

Koma Hekêran a Anonymous’a Sûdanê ragihand, 2 malperên hikûmî yên sereke yek ya Mossad’ê û yek jî ya Dezgeha Sîgorteyê ji kar xistîye û gef kirîye ku ew êrişa destpêka êrişeke berfiretir e.

Hela ber û layên vê êrişa saybêrî nehatine ragihandin lê dikare bibe sedema bidestxistina beşeke zêde ya lêzanînên MOSSAD’ê.

Di çend rojên buhurî da jî bi raporên curbicur hat ragihandin ku çend malperên bankan, şirketên ceryan, sîgorte, post, tenduristî, balafirgeha Ben Goryonê û çend navendên din li Filistîna Dagirbûyî ketine ber êrişa saybêrî.

 

Serepeyv