Nîsan 15, 2023 16:50 Asia/Tehran
  • Koma duyem a êxsîrên azadbûyî yên yemenî derbasî Sen’ayê bû

Koma êxsîrên azadbûyî ya yemenî ya diduyan derbasî Sen’aya paytexta Yemenê bû.

Bi lezandina muzakireyên aştîyê di navbera desteyên Erebistan û Dewleta Rizgarkirina Neteweyî ya Yemenê da, azadkirin û lihevguhertina bi sedan girtîyan ji hêla her du alîyan va dest pê bûye. Di vê çarçovê da balafira hilgira koma êxsîrên yemenî ya diduyan îro ji balkafirgeha Ebha ya Erebistanê va gihêşt balafirgeha navneteweyî ya Sen’ayê.

Duh jî balafira yekê ya hilgira 125 êxsîrên Tevgera Ensarullaha Yemenê gihîşt balafirgeha Sen’ayê.

Rayedarên yemenî û seûdî di muzakireyên ku di meha buhurî da li Swîsê hatin lidarxistin, li hev kirin ku 887 êxsîran azad bikin û di meha Gulanê da jî ji bo azadkirina hejmareke zêdetir a êxsîran hevdîtinê pêk bînin.

Lihevguhertina êxsîran yek ji girîngtirîn mêhwerên gotûbêja alîyên şerê Yemenê ye.

 

Serepeyv