HAMAS: Rejîma Sîyonîst bila têkildarî mizgevta Eqsayê nezantîyê neke
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i340555-hamas_rejîma_sîyonîst_bila_têkildarî_mizgevta_eqsayê_nezantîyê_neke
Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) di daxûyanîyekê da derheq biryara sîyonîstan a serjêkirina qurbanê li mizgevta Eqsayê di destpêka merasima Eyda Fesh`ê (Eyda Pak) hişyarî da û pêgirî kir: Bila Rejîma Sîyonîst nezantî û sefêkatîyeke wiha neke.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2023 06:02 Asia/Tehran
  • HAMAS: Rejîma Sîyonîst bila têkildarî mizgevta Eqsayê nezantîyê neke

Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) di daxûyanîyekê da derheq biryara sîyonîstan a serjêkirina qurbanê li mizgevta Eqsayê di destpêka merasima Eyda Fesh`ê (Eyda Pak) hişyarî da û pêgirî kir: Bila Rejîma Sîyonîst nezantî û sefêkatîyeke wiha neke.

Biryar e ku bajaroknişînên sîyonîst di merasima Eyda Fesh`ê da ku ji sibê va yê dest pê bibe û heta pêncşema hefteya bê bidome, hin qurbanan li mizgevta Eqsayê serjê bikin û wanbişewitînin û rejûya wan ku Qubet ul Sexrê ya mizgevta Eqsayê belav bikin.

Tevgera HAMASê di daxûyanîyeke di vî warî da ragihand: Bajaroknişînên sîyonîst dil hene qurbanê li mizgevta Eqsayê serjê bikin û yê vî karê bêrêzane ji roja çarşemê va hevgavê nîveka meha bimbarek a Remezanê bikin, ev karê wan lîstina bi êgir e û berpirsyarîya hemî dûhatên vî karî yê li ustîyê rejîma dagirker be.

HAMAS`ê herwiha ragihand: Misilman dê hibmerî bêrêzîya li mizgevta Eqsayê bêdeng nemînin û birînkirina hestên bi milyonan misilmanî li seranserê cîhanê qebûl nekin.