Adar 26, 2023 09:24 Asia/Tehran
  •  El-Husî: “Amerîka li dû serdestiya li ser nifta Yemenê ye”

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullahê ya Yemenê tekez kir ku Amerîka bi rêya amûrên xwe ji bo dagirkirina Yemenê û serdestiya li ser saman û heyîtiya niftê ya vî welatî hewl dide.

‘Seyid Ebdulmelik Bedreddîn El-Husî’ Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullahê ya Yemenê tekez kir ku ragihandina destpêka destdirêjiyên li dijî Yemenê ji Waşîngtonê cûreya rola Amerîkayê di van destdirêjiyan da aşkira kir.

Wî tekez kir: “Dorpêçkirina beşa sereke ya cenga li dijî welatê me ye û bêparbûna gelê Yemenê ji mafê xwe di serwet û samana neteweyî jî beşeke destdirêjiyan e û ev yek nayê qebûlkirin.”

El-Husî tevî amajeya bi vêya ku komplogeriya li hundir û têkbirina ewlehiya welêt beşeke destdirêjiyên Hevpeymaniya Seûdî ye, got: “Ez tamî û şîretan li Seûdî û Imaratê dikim ku van destdirêjiyan ser xêra Amerîkayê nedomînin û li berjewendiyên xwe û pêkhatina lihevkirina di warê hêsîran û rakirina dorpêçê bifikirin.”

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullahê ya Yemenê tekez kir: “Rawestandina destdirêjî û dorpêçê, bidawîanîna dagirkeriyê, jinûva-avedankirina wêraniyan, qerebûkirina zirar û ziyanan û temamkirina operasyona danûstandina hêsîran tekane rêya aştiyê ye.”

 

Serepeyv