Adar 24, 2023 17:51 Asia/Tehran
  • UNICEF’ê derbarê tûşbûna nîv milyon zarokên yemenî bi nexweşiya bedxwarekiyê hişyarî da

UNICEF’ê ragihand: Zêdetirî nîv milyon zarokên yemenî yên bin 5 salî, rastî bedxwarekiyê hatine ku canê wan xistiye xeterê.

UNICEF’ê ragihand: Her deh deqîqeyan carekê zarokekî yemenî ji ber bexawrekiyê canê xwe ji dest dide.

Vê saziya cîhanî ragihand: Sercem 11 milyon zarokên yemenî hewcedarê alîkariyên mirovheziyê ne.

UNICEF’ê got bêyî wergirtina alîkariyên pêwîst, nikare xebata xwe di vî warî de bidomîne.

 Vê rêxistinê got ku hewcetî bi 484 milyon dolarî bo dewama xebatên wê li Yemenê heye lê NY’yê hema kariye li konferansekê 2.1 milyar dolar dirav bo Yemenê kom bike.

 Bi sedan hezar kes ji xelkê Yemenê di vî şerî de ku NY’yê ew wek qeyrana herî giran a însanî li cîhanê bi nav kiriye, hatine kuştin.

 

Serepeyv