Adar 23, 2023 15:18 Asia/Tehran
  • Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê daxwaza çareserkirina aştiyane ya nakokiyên digel Îranê kir

Wezîrên Karên Derve yên welatên endamê Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê di civînekê da daxwaza dewama hevkariyan û çareserkirina nakokiyan digel Tehranê kirin.

Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê civîna xwe ya 150î di asta Wezîrên Karên Derve li Riyaza paytexta Erebistanê li dar xist. Di dawiya vê civînê da ku bi serokatiya ‘Bedir Bûseîdî’ Wezîrê Karên Derve yê Omanê hat lidarxistin, daxuyaniyek hat dayîn û Wezîrên karên Derve yên endamê Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê daxwaza dewama hevkariyan û çareserkirina aştiyane ya nakokiyên digel Îranê kirin.

Di vê daxuyaniyê da tevî pêşwazîkirina ji lihevkirina Îran û Erebistanê, endaman hêviya xwe diyar kirin ku ev pêngav ji bo çareserkirina nakokiyan û bidawîanîna pevçûnên navçeyê bi rêya gotûbêjê be.

Di beşeke vê daxuyaniy da qedra Iraq û Omanê ji ber hewldanên wan ji bo hêsankirina pêvajoya gotûbêjên Tehran û Riyazê û mazûvaniya wan ji çend dorên gotûbêja navbera van du welatan hat girtin.

Wezîrên Karên Derve yên endamê Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê her wiha amadetiya xwe ji bo hevkariya bi Îranê ra ragihandin.

Wezîrên Karên Derve yên welatên endamê Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê her wiha zêdebûna kêşeyan li erdên dagirbûyî û cinayetên vê dawiyê yên hêzên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê nemaze li navçeyên Cinîn û Nablusê şermezar kirin.

‘Nasir Kenanî’ Berdevê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî tevî pêşwazîya ji piştevaniya Wezîrên Derve yên Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê ji encamên gotûbêjên vê dawiyê navbera Îran û Erebistanê, hêvîya xwe diyar kir ku lihevkirina pêkhatî roleke bibandor di zêdekirina aeamî, aştî û geşepêdana navçeyê hebe.

Kenanî her wiha tekezî li ser pêwîstiya rastbîniyê û rêkara siyasî ji bo bidawîanîna qeyrana demdirêj li Yemenê kir û pêşwazî li daxuyaniya Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê derbarê encamên gotûbêja Îran û Erebistanê kir.

Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê di civîna xwe ya dewreyî da bi daxuyaniyekê tekezî li ser dewama pêngavrakirina hevpar a welatên endamê vê konseyê û çareserkirina nakokiyan digel Îranê bi şêwazên aştiyane kir.

 

 

Serepeyv