Destpêbûna muzakireyên alîyên yemenî têkildarî lihevguhertina êxsîran
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i340051-destpêbûna_muzakireyên_alîyên_yemenî_têkildarî_lihevguhertina_êxsîran
Wekîlê NY di Karên Yemenê da ragihand ku muzakireyên alîyên yemenî têkildarî lihevguhertina êxsîran li şarê Jênêvê dest pê bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2023 13:13 Asia/Tehran
  • Destpêbûna muzakireyên alîyên yemenî têkildarî lihevguhertina êxsîran

Wekîlê NY di Karên Yemenê da ragihand ku muzakireyên alîyên yemenî têkildarî lihevguhertina êxsîran li şarê Jênêvê dest pê bûn.

Wekîlê NY di Karên Yemenê da Hans Grondberg ragihand ku dewra nû ya muzakireyên hikûmeta wêdaçûyî ya Yemenê û Tevgera Ensarullahê têkildarî lihevguhertina êxsîran li Jênêvê dest pê bûye û ez hêvîdar im ku alîyên yemenî di vî warî da lihev bikin ta ku hejmareke berbiçav a êxsîran azad bikin.

Wekîlê NY di Karên Yemenê da herwiha ji alîyên şerê li Yemenê xwest ku pabndê sozên xwe yên têkildarî azadkirina wan bi hezaran êxsîrî bin ku malbatên wan çaverêyê wan in.

Tevgera Ensarullahê ya Yemenê û hikûmeta wêdaçûyî ya vî welatî jî berî vîya ragihandin ku alîyên yemenî yê ji îro va hin muzakireyan ji bo serxistina dosîya lihevguhertina êxsîran li Jênêvê dest pê bikin.