Greva seranserî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê dest pê bû
Li deverên curbicur ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, greva seranserî bi nîşana nerazîbûna hibmerî êrişên hovane yên sîyonîstan ser Kempa Cinînê dest pê bû.
Îro li deverên curbicur ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, greva seranserî bi nîşana nerazîbûna hibmerî êrişên hovane yên sîyonîstan ser Kempa Cinînê ku di encamê da 6 filistînî hatin şehîdkirin, dest pê bû û hema bêje jîyan li wê herêmê sekinî.
Endamê Konseya Şoreşgêr a Tevgera Feth’ê Teysîr Nesrullah ragihand ku greva seranserî hemî parêzgehên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê digire ber xwe.
Wî got: Operasyona leşkerî li devera Cinînê ji heddê derbas bû û em Israyîlê ji ber êrişên ser filistînîyan li her derî şermezar dikin.
Vî endamê Konseya Şoreşgêr a Tevgera Feth’ê herwiha got: Bereya Berxwedanê divê hibmerî hêzên dagirker ku her roj li vê navçeyê dest bi kavilkirinê dikin, were çalakkirin.