Rejîma Sîyonîst êrişî balafirgeha navnetewî ya Helebê kir
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst êrişî balafirgeha navnetewî ya Helebê kirin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA), balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst di siet 2:07 berbanga îro da ji hêla Deryaya Sipî va li rojavaya Laziqîyê, êrişî balafirgeha navnetewî ya Helebê kirin ku di encamê da zîyana maddî pêk hat. Li gorî vê raporê, nika karê li baalfirgeha navnetewî ya Helebê hatîye sekinandin.
Şebekeya Al Mayadeen`ê jî êrişa balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst ser balafirgeha navnetewî ya Helebê piştrast kir û ragihand ku mertala berevanîya esmanî ya Artêşa Sûrîyê jî dest bi berevanîyê kir û nika bikaranîna vê balafirgehê hatîye sekinandin û binkeya leşkerî ya hewayî ya Al Nerabê jî ketîye ber êrişa balafirên cengê.