Adar 05, 2023 18:38 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Ewlewiyeta Libnanê bijartina serokkomar ji bo rizgarkirina welêt e

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê li ser pêwîstiya bijartina serokkomar ji bo rawestandina hilweşiyana welêt û rizgarkirina wî tekez kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Malpera El-Ehdê, Şêx “Nebîl Qawûq” Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê di rêûrsima roja heftem a şehîdbûna “Elî Yeya El-Zîn” da, bijartina serokkomar karekî pêwîst zanî.

Şêx Qawûq got: Ewlewiyeta biyaniyan pirsgirêkderxistin û kişandina Libnanê ber bi kêşeyên nû bi armanca darbeya li hemberî hevsengiya siyasî ya navxweyî ye û ew dixwazin rûmeta welêt, cîgeh û rola wî li navçeyê biguherînin û wê bixin ser rêya asayîkirina peywendiyan digel Rejîma Siyonîst.

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê her wiha got: Hêvîya li alîkariya biyaniyan yanî xweşkirina dil bi leylan û rewrewkê; ji ber ku welatên navçeyê bi hevkariya Amerîkayê li hemberî her cûre alîakriya derveyî bo Libnanê astengiyan derdixin, loma ji bo rizgarkirina welêt divê em pişt bidin xwe.

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê her wiha got: Alûgorên pêkhatî derfeta lihevkirinê xurt kirin ş tevgerên navneteweyî, partî, nûner û hêzên libnanî helwêsta xwe li ser xêra plana lihevkirinê guherandin, ji ber ku ew tê gihîştin ku tenha rêya çareserkirina qeyranê, lihevkirin e.

 

 

Serepeyv