Nêzî 150 kuştî û birîndar encama êrişên Erebistanê ser bakurê Yemenê di 2 mehên buhurî da
Çavkanîyên pizişkî yên Yemenê ragihandin ku 149 welatîyên yemenî di encama êrişên Erebistanê ser şarê sînorî yê Şedayê li parêzgeha Se’deyê da hatine kuştin û birîndarkirin.
Serokê Nexweşxana Razih’ê ‘Ebdullah Musreh’ di vî warî da ragihand ku di meha Çilleyê da 83 kes û di meha Sibatê da jî 66 welatîyên yemenî di encama êrişên Erebistanê da hatin kuştin û birîndarkirin.
Wî herwiha got: “Dorpêça himberî Yemenê didome, 8 sal e em vê rewşa giran tamul dikin, em ji ber kêmbûna alav, derman û pisporan ji bo dermankirina evqas birîndaran dijwarîyan dikişînin.”
“Ebdullah Musreh” di vî warî da herwiha got: “Haletên giran û bi giştî birîndarên ku rewşa wan xeddar e, em wan vediguhêzin nexweşxaneyên Sen’ayê, ji ber ku me kadro û alavên pizişkî yên pêwîstî û imkan tinene.”
Erebistanê di çend mehên vê dawîyê da êrişên asimanî ser deverên sînorî yên Yemenê nemaze parêzgeha Se’deyê da tund û giran kirine.