Fermandeyê cîhadî yê Hizbullahê canê xwe ji dest da
Adar 03, 2023 15:29 Asia/Tehran
Berxwedana Îslamî ya Libnanê ragihand ku Hecî Esed Sexîr ji femandeyên cîhadî yên vê tevgerê ji ber tûşbûna bi Nexweşiya Şêrpenceyê canê xwe ji dest daye.
Li gorî rapora IRNA’yê, Hecî Esed Sexîr bi navê cîhadî yê “Salih” ji fermandeyên payebilind ên Hizbullaha Libnanê di salên têkoşîna dihî Rejîma Siyonîst da û zêdekirina şiyana leşkerî û istixbaratî ya Berxwedana Îslamî da roleke girîng hebû.
Esed Sexîr her wiha bi amadebûna di bereyên şêrr li Sûriyê li dijî komên terorîstî-tekfîrî, wek fermandeyekî girîng û bibandor di serkeftina Bereya Berxwedanê da tê hesab.
Rêûrisma oxirkirina meytê Esed Sexîr roja Înîyê li Zahîyeya başûrê Beyrûtê tê lidarxistin û piştra ji bo definkirinê bo gundê El-Xerayîbê li başûrê Libnanê dê were veguhestin.