Sibat 26, 2023 18:25 Asia/Tehran
  • Wêne-Rapor | Xwenîşandanên dijî plana Netanyahû berdewam in

Xwenîşandana dijî plana Netanyahû di heştemîn Şemiya lidûhev da berdewam bûn.

Bi dehan hezar kes di heştemîn hefteya lidûhev da li bajarên Til Avîv, Heyfa, Modî’în û Bêr El-Sebeyê li dijî kabîneya Benyamîn Netanyahû xwenîşandan li dar xistin. Damezirandina kabîneya herî zêde tundrê ya dînî û rastgir di dîroka Rejîma Siyonîst bi rêberiya Benyamîn Netanyahû tûşî bertekên tund û bêmînak di civata siyonîstan da bûye. Ev bertek heta niha ewqasî tund û giran bûne ku heta rêberên siyasî û fermandeyên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ji bo hilweşandina kabîneyê, daxwaza nîşandana nerazîtiyê bi awayê cûr bi cûr kirine. Koka sereke ya bûyerên niha li erdên dagirbûyî, nîgeranî ji hewildana kom û tevgerên rastgir ji bo rêveberiya civak û hikûmetê li gorî nêrînên xwe yên tundrêyane ye. Ev tundrêtî û zêdegavî niha di hewl û gengeşeya ji bo kêmkirina desthilata  Saziya Dadweriyê da tê dîtin.

 

 

Tê gotin zêdetirî 25 hezar kes beşdarî xwenîşandana li Heyfayê bûn.

Benî Gantz: “Çîn û qatên cûr bi cûr li vir kom bûne da ku tiştekî biparêzin: Îsraîla cihû ya demokrat û edaletê”

Ehud Barak serokwezîrê berê: “Niha divê em ji serokkomar bipirsin ka li kîjan alî ye: Pişta Dozera D9 (Netanyahû) digire an Daxuyaniya Serxwebûnê?”

Serokpolîsê berê yê El-Şeyxê: “Nîgeran nebin. Polîsê me alîgirê gel e û dê destûrên neqanûnî bi cih neyîne.”

21 xwenîşander hatin girtin.

 

Xwenîşanderekî li ser asfalta kolanê bi rengî nivîsiye: “BB Xayîn e” (Benyamîn Netanyahû xayîn e) (Îsraîla Îro)

 

2 Hezar kes li Eşdûdê

 

 

Li ber mala Serokê Rejîma Siyonîst

Xwenîşander tevî dirûşme û hilgirtina alayê, daholan jî bi kar tînin.

 

Berhevdanîna Netanyahû û Sezar (Casear)

Wêneyê duparçe: Berhevdanîna Benyamîn Netanyahû û “Pablo Escobar” Silatanê Esrarê li Kolûmbîyayê ku di destpêka dehsaliya 1980î da ji bo ku radestî Amerîkayê neyê kirin, beşdarî hilbijartinê bû û bû nûnerê Parlimanê da ku ji parêzbendiya siyasî sûd wergire.

 

Nivîsa li ser asfalta kolanê: “BB’yê xayîn” (Ynet)

 

Rejîm dixwaze bi damezirandina civînekê digel serokên Teşkîlata Xweîdareker li Urdinê, pêşî li îhtimala pevçûnan di Meha Remezanê da bigire.

 

Piştî ku Benyamîn Netanyahû li cem lîkûdiyan got ku ew ê Boksekê bide wan ku xwenîşandana dijî Plana Guhertinê (di Saziya Dadweriyê da) berbelav bikin û dijî wan derkevin, Partiya Kar giliyek li dijî wî li cem polîs kir. (Maariv) Netanyahû piştra îdia kir ku gotinên wî hatine xalifandin.

 

Tevî ku xwenîşandana dijî Plana Netanyahû didomin, wezîrê planekê amade dikin ku rê li ber ragihandina nekarabûna serokwezîrê ji aliyê Şêwirmendê Dadwerî va digire. (Haaretz)

 

Serepeyv