Waşîngton li ser dûhatên berçavnegirtina hişyarîdayînên rêberê Ensarullaha Yemenê hat hişyarkirin
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê ragihand ku Waşîngton divê hişyarîdayînên rêberê Ensarullahê ciddî wergire, berçavnegirtina wan yê dûhatên giran hebe.
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê Mehdî Meşşat ragihand ku gelê Yemenê piştî 8 sal destdirêjî û dorpêça ji hêla dijminan va, gellek fidakarî kir û hela jî pabendê mafên rewa û doza dadmendane ya xwe ye.
Meşşat ji welatên ku destdirêjîyê li Yemenê dikin xwest ku şêrr rawestînin, dorpêçan rakin û hêzên bîyanî jî ji axa vî welatî derkevin. Wî pêgirî ser mafê gelê Yemenê yê sûdwergirtina ji serwetên vî welatî û xizmetên berayî kir.
Rêberê Tevgera Ensarullahê Ebdulmelik Hûsî duh careka din pêgirî kir ku bicihbûna amerîkî û ingilîsîyan li Yemenê destdirêjî û dagirkerî ye. Wî pêgirî kir ku ev yeka nayê qebûlkirin û dê himberî wan wekî hêzên dagirker serederî bê kirin.