Sibat 24, 2023 18:13 Asia/Tehran
  • Civata El Wifaqê ya Behrêynê: “Girtina welatiyan ji nû ve dest pê bûye”

Civata El Wifaqê ya Behrêynê ragihand, Rejîma Alê Xelîfe careka din deriyên girtîgehan vekirîye ji bo ku wan ji welatiyan tijî bike.

Civata El Wifaqê ya Behrêynê îro di daxûyaniyekê da ragihand, armanca Wezareta Karên Hundur ji vekirina deriyên girtîgehan, girtina her welatiyekî ye ku bixweze hizra xwe ragihîne û yan mafên xwe bixweze.

Civata El Wifaqê herwiha ragihand, di meha Sibatê û hevgavê salvegera 12`an a şoreşa gelê Behrêynê da ku gel bi wê daxwaza serweriya gel, dada civakî û plana sîyasî ya giştalî kirîye, girtina welatîyan ji nû ve dest pê bûye.

Di daxûyaniya Civata Îslamî ya El Wifaqa Behrêynê da hatiye, siyaseta girtin û tijîkirina girtîgehan, siyaseteka nîvcû ye ku bêserûberiya ji hêla ewlehî û hiqûqê ve nîşan dide; herwiha nîşan dide ku hikûmeta Behrêynê di rêya şaş da dimeşe û ji hêmanên herî kêm û berayî yên istiqrara siyasî dûr e.

 

Serepeyv