Hizbullahê û hevpeymanên wê li ser bijartina serokkomar li hev kirin
Cîgirê Sersekreterê Hizbullaha Libnanê got: “Hizbullah, Tevgera Emel û hevpeymanên wan li ser bijartina serokkomar li hev kirine.”
Cîgirê Sersekreterê Hizbullaha Libnanê “Şêx Neîm Qasim” ragihand: “Hizbullah, Tevgera Emel û hevpeymanên wan li ser bijartina serokkomar li hev kirine, lewma ji alîyên din jî dixwazim ku ji bo bidestxistina zûtirkê ya encamê, vê mijarê hilkolînin.”
Wî herwiha got: “Rast e ku Hizbullahê ti berbijarek ragihandî ji bo serokkomartîyê tineye, lê em ji her kesî ra radigihînin ku bijare û berbijaran hilkolînin ta ku em derheq bijartina serokkomar bigihêjin encameke hevpar.”
Cîgirê Sersekreterê Hizbullaha Libnanê herwiha got: “Bijare û berbijarên Hizbullahê ji yên hemî alîyan aşkiratir û zelaltir in û Hizbullah wan maqûl dizane, lewma meriv dikare bi saya wan dawî li kêşeya bijartina serokkomar bîne.”