Sibat 21, 2023 18:44 Asia/Tehran
  • Nerazîtiyên dijberên Netanyahû girantir bûn

Serokê tevgera dijberê Netanyahû li pey pejirandina guhertinên di Saziya Dadweriyê di xwendina yekem da, gef xwarin ku dê ji Knêssêtê derkevin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Russia Today a erebî, Pejirandina Guhertinên di Saziya Dadweriyê da yên ku Benyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîst di xwendina yekem da tûşî berteka tund a tevgerên dijberê wî bûye.

Seyfî Ûfadiya nûnegihanê siyasî yê Kanala 13an a Televîzyona Rejîma Siyonîst ragihand, Partiya Pêşerojê bi serokatiya Yayîr Lapîd serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst dixwaze ji hemî endamên Knêssêtê ji partiyên opozîsyonê bixwaze ku istîfa bikin.

Benî Gantz ji serokên tevgerên dijberê Netanyahû jî piştî vê pejirandinê got: "Ev gellekî dijwar e ku em demê bizivirînin berê."

Knêssêta Rejîma Siyonîst êvara Duşemiyê tevî gellek kêşeyan û devpjeniyên giran di dawiyê da bi 63 dengên Erê, Guhertinên di Saziya Dadweriyê da yên ku Netanyahû li dû wan e, di xwendina yekem da pejirand.

 

Serepeyv