Sibat 19, 2023 17:55 Asia/Tehran
  • Desteya parlimanî ya Libnanê bi serokkomarê Sûriyê ra hevdîtin pêk anî

Desteya parlimanî ya Libnanê bi serokkomarê Sûriyê ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora Kanala El-Meyadînê, Desteya parlimanî ya Libnanê niha li Sûriyê bi Bişar Esed serokkomarê vî welatî ra dişêwire.

Li gorî vê raporê, Desteya parlimanî ya Libnanê biryar e digel “Feysel Miqdad” Wezîrê karên Derve û “Hemûde Sebax” Serokê Parlimana Sûriyê jî hevdîtin pêk bîne.

Vê dawiyê jî “Ebdullah Bûhebîb” Wezîrê Karên Derve yê Libnanê serdana Sûriyê kiribû. Wî di vê serdanê da digel Bişar Esed hevdîtin û gotûbêj kiribû.

Du aliyan di vê hevdîtinê da erdheja vê dawiyê li Sûriyê û pêvajoya gihandina alîkariyan bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê û piştevaniyên Libnanê ji dewleta Sûriyê di vî warî da vekolandin.

Bûhebîb hevdîtinek jî bi Feysel Miqdad hevpîşeyê xwe yê sûrî pêk anîbû.

 

Serepeyv