Erebistan: “Endamên OPEC Plus’ê wê heta dawiya 2023an pabendî sozên xwe bin”
Wezîrê Enêrjîyê yê Erebistanê got: “Endamên Hevpeymaniya OPEC Plus’ê dê heta dawiya îsal pabendî lihevkirinameyekê bin ku dawiya sala 2022an derbarê asta berhemanîna niftê hat bidestxistin.”
Li gorî rapora îro ya Rojnameya El-Belad’ê ya Erebistanê, “Ebdulezîz Bin Selman” Wezîrê Enêrjîyê yê Erebistanê ragihand: Lihevkirinnameya ku me di Cotmeha 2022an da li ser wê li hev kir, dê heta dawiya sala 2023an berdewam be.
Wezîrê Enêrjîyê yê Erebistanê got: Divê em piştrast bibin sîgnalên erênî ku li bazarê tên dîtin, mayînde ne.
Daxuyaniya hevkariyê ya Hevpeymaniya OPEC Plus’ê çarçoveke beşdariyê ya bêmînak di navbera 23 welatên berhemênerê niftê li cîhanê ye ku li gorî pêbawerî, rêzgirtina dualî û gotûbêjê pêk hatiye.
Bi derbasbûna 7 salan ev peymana hevkariyê hema wisa roleke bingehîn di piştevaniya ji aramiya bazarê dilîze.