Partîyên rastgir û tundrê di kabîna Netanyahû da wekî mînê ne
Malpereke ragihandinê ya sîyonîstan wezîrên tundrê yên kabîna Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst şibandin mînên ku dêha ye bi teqandina xwe hikûmeta Natanyaho ji holê rakin.
Bi dû gurrbûna nakokîyan di navbera wezîrên tundrê yên kabînê û Natanyahû û polîsên Rejîma Sîyonîst û Rêxistina Ewlehîya Navxweyî ya Rejîma Sîyonîst da, Malpera Way Nêtê wezîrên tundrê yên kabîna Natanyahû yên wekî Îtmar Bên Gîvêr û Bêtslêl Ismotrîç şibandin mînên ku yê bi zûtirkê bi teqandina xwe hikûmeta Natanyaho ji nav bibin.
Wezîrê Ewlehîya Navxweyê yê gengeşesaz ê Rejîma Sîyonîst Îtmar Bên Gîvêr ku bi durişma xurtkirina ewlehîya kesane ya sîyonîstan hat ser desthilatê û dixwaze ku serederîyeke tundtir himberî filistînîyan were kirinê, di 17 rojên buhurî da 11 cenaze di encama operasyonên komên berxweêr ên filistînî da wergirtin. Wî di axavtinekê da ji ber sistîya Natanyaho rexne kir û got ku heke rewş wiha bidome, siberoj ne dîyar e.