Li Erdên Dagirbûyî xwenîşandana dijî Nêtanyahûdidome
Bi hezaran kes, êvara şemiyê bo cara çendan li dû hev li Telavîv û bajarên din ên Erdên dagirbûyî yên Filistînê dijî kabîneya tundrê ya Binyamîn Nêtayahû, xwenîşandan li dar xistin.
Xwenîşandana dijî Nêtanyahû û nakokîyên di navbera
partiyên Rejîma Siyonîst de piştî wê gurrtir bûn ku
kabîneya nû ya Nêtanyahû vê mehê pêşnumayek bo
sererastkirina Dezgeha Dadê ya vê rejîmê raber kir.
Nêtanyahû ku ji çend salan berî niha ve bi tawana
gendelî, istandina bertîlê û xeyanet li mal û heyîtiyên giştî
ji hêla dadwerîyê va tê şopandin, dixweze bi riya qaşo
pêkanîna reforman di dezgeha dadweriyê ya eskerî da, bi
alîkariya Wezîrê Dadweriyê yê vê rejîmê, meyhkûmiyeta
xwe îbtal bike.
Vê heftiyê jî mîna hemî şemiyan, bi hezaran kes li Telavîv
û Heyfayê dijî kabîneya Nêtanyahû, Serokwezîrê Rejîma
demkî ya Siyonîst xwenîşandan li dar xistin.
Şemiyên erdên dagirbûyî bûne weke rojên reş ên
Binyamîn Nêtanyahû. Bi sedan hezar bajaroknişînên
siyonîst bona protestokirina kesên tundrê, kiryarên
neqanûnî û cilîda kabîneya tundrê ya rastşopên îsraîlî
derdikevin kolan û çarsiyan û dixwezin ku nerazîbûnên
xwe heta sernixûnkirina partiya Lîkûd û hevpeymanên wê
bidomînin.